Hikûmeta Sûrîye, opozîsyon û nûnerên civaka sivîl, jibo amadekirina qanûneke bingehîn ya nû, vê hefteyê dest bi gera hefta ya danûstandinên bi navbeynkarîya Neteweyên Yekbûyî (NY) dikin.
Gera dawî ya danûstandinan di Cotmehê de bêencam bi dawî bûn ku nûnerên hikûmet û opozisyonê jiber negiheştina peymanekê hevdu tawanbar kirin.
Alîyan gotibûn ku bo baştir revebirandina xebatên roja paşî ya danûstandinan mekanîzmayeke pêdivî ye û heya ku ev yek pêk neyê wê venegerin ser maseya danûstandinan.
Nûnerê taybet yê NY yê bo Sûrîyê Geir Pedersen dibêje, bi alîkarîya wî, tevahîya alîyan ser peymaneke hevbîr bûne biryar dane ku careke din bicivin.
" Ger sê şande tiştên ku gotine bikin bikin, ez hêvî dikim ku em pêşketineke domdar bibînin," Pedersen got.
Lê, Pedersen hevdem da zanîn ku jiber ku şeş gerên berê serneketine, ew nikare pêşbînîya encamên danûstandinan ji niha de bike.
Pedersen dibêje ku danûstandin wê hewl bidin ku pêşnivîsa -reformek qanûna bingehîn-; yan bi guhertina ya heyî yan jî bi amadekirina ya nû amade bikin û pêşkesî pejirandina gelê Sûrî bikin.
Wî dîyar kir ku divê komîte bi rengekî bixebite ku bawerîyê ava bike.
"Ez hêvî dikim ku komîteya destûrî di vê rûniştinê de bi hestek ciddî û biryardarî bixebite da ku pêşketin pêk were," Pedersen got.
NY dibêje ku di şerê navxwe ya Sûrîyê de – 11 sal in didome- zêdeyî 350 hezar kes hatine kuştin, nêzî 12 milyon kes li hundur û welatên cîran bûne penaber û bêtirî% ji % 90 şênîyê ketiye nava xizanîyê.