Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêxistinên Alîkarîyê jiber Êrîşa Kujer Operasyonên li Tîgray ya Etopya Sekinandin


Kesên ku ji êrîşeke esmanî ya hêzên hikûmeta Etopya filîtine,Nexweşxaneya Giştî ya Dedebit, Tîgray 8 Rêbendan,2022

Li Etopya, rexistinên alîkarîyê operasyonên xwe yên li bakurê rojavayê herêma Tigray ya li nêzî sînorê bi Erître re rawestandin, piştî ku şeva Înîyê di êrîşeke esmanî ya de hejmarek sîvîlên ku koçber bubûn, hatin kuştin.

Ofîsa Kordînasyona Alîkarîya Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) roja Yekşemê dîyar kir ku rexistinên alîkarîyê operasyonên xwe li bakurê rojavayê Tigray rawestandine.

"Hevpeymanên mirovahî çalakîyên li herêmê rawestandin jiber gefên berdewam yên êrîşên drone," OCHA'yê ragihand.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ji zarê karmendên alîkarîyê got ku di êrîşeke esmanî ya derengîya Înê ser kampeke nêzî sînorê Erîtreyê de 56 kes hatine kuştin û 30 kesên din jî birîndar bûne.

Ofîsa mirovahî ya NY ji ajansa AFP re ragihand ku êrîşa li bajarokê Dedebit bûye sedema "bi dehan qurbanîyên sîvîl".

Enîya Rizgarîya Gel ya Tîgray (TPLF), partîya ku bi dehan salan in li eyaleta Tîgray desthilatdar e, êrîş şermezar kir.

TPLF'ê hikûmeta Etopya bi armanckirina sîvîlan tawanbar kir.

Hevdem, TPLF'ê hêzên Erître jî bi êrîşkirina şervanên Tîgray yên li bakurê rojavayê Tîgray di heman roja ku kampa koçberan hat xistin, tawanbar kir.

Karbidestên federal yên Etopya heya niha di derbarê tawanbarîya TPLF'ê yan jî daxuyanîya NY ya ser vekişîna komên alîkarîyê ti daxuyanî yan şîrove ranegihandîye.

Lê, hikûmeta Etopya ji destpêka şerê bi serhildeyên Tîgrayî ya di Mijdara 2020'an vir ve, armanckirina sîvîlan red dike.

Neteweyên Yekbûyî ser xirabtirbûna rewşa mirovahî ya li herama Tîgrayê hişyarî da.

Ofîsa mirovahî ya NY jî hefteya borî da zanîn ku rexistinên alîkarîya mirovahî yên ku li Tîgrayê kar dikin tenê xwedîyê ji şeşan yek ji gaza pêwîst ya bo belavkirina alîkarîyên xwarinê yên sînordar ne.

OCHA'yê got ku ew bi dijwarîyên ewlehî, burokratîk û xebitandinê re rûbirû dimînin, jiber vê yekê hevkarên alîkarîyê neçar in ku operasyonan kêm bikin yan jî rawestînin, bi mîlyonan mirov bê gehîştina alîkarîya jîyanê hiştin.

XS
SM
MD
LG