Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY, Tirkîyê Jiber Operasyona Efrînê û Mafên Mirovan Rexne Dike


Komîserê Bilind yê Mafên Mirovan yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Zeyd Raad el-Huseyîn di rapora salane ya mafên mirovan de da zanîn ku li Tirkîyê rêza bo mafên mirovan xirabtir dibe.

El-Huseyîn dîyar kir ku operasyona Tirkîyê bi ser Efrînê de dijî sîvîlên wê herêmê gefan çêdike.

‘’Komîserîya Bilind ya NY’ê ji jêderên saxlem hîn bû ku gelek kes bi awayekî kêfî ji kar hatine derxistin, rêxistinên sîvîl yên civakî bi awayekî kêfî têne girtin, kesên bi kêfî têne desteser kirin bi tohmeta piştgirîya bo rêxistina terorî têne girtin, dema desterkirî bin êşkence tê kirin û dijî kesên tên tawanbar kirin gef têne xwarin’’ El Huseyin got.

El Huseyin da zanîn ku ewê di demeke nêz de ser mafên mirovan ya dema Rewşa Awarte (OHAL) raporeke berfirehtir biweşînin.

XS
SM
MD
LG