Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Dibe ku Rûsya û Tirkîyê li Sûrîyê Tawanên Ceng Kiribin


Piştî êrîşên Tirkîyê rûniştvanên Serêkanîyê ji bajêr derdikevin (Arşîv)

Lekolerên Neteweyên Yekbûyî îro Duşemê ragihand ku îhtîmal e komên çekdar yên ser bi Tirkîyê li Sûrîyê kiryarên kuştin û talankarî kiribûn.

Raporta Neteweyên Yekbûyî dide zanîn ku êrîşên esmanî yên Rûsî bûne sedema kuştina sîvîlan û kiryarên her du alîyan dikarin bigehijin asta tawanên ceng.

Raporta ku tê de bûyerên ji Tîrmeha 2019’an heta Şubata 2020’an cîh digirin, dide zanîn ku serhildayên Sûrî li herêmên Kurdan kuştinkarî û talan pêk anîn. Raport bal dikşîne ku ger wan serhildayan bi fermana qumandarên artêşa Tirk ew tawan kirine, dibe ku ew jî rûbirûyê tawanên ceng bin.

Lekolerên Neteweyên Yekbûyî, ku Paulo Pinheiro rêbertîya wan dikir, bang li cezakirina kesên tawanbar kirin.

Di raportê de herwiha banga lêkolînkirina êrîşa Cotmeha sala borî ya ser karwaneke sîvîlan li nêzî Serêkanîyê kir ku tê de 11 kes hatibûn kuştin.

Çaavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihandibû ku Tirkîyê ew êrîş pêk anî, lê Enqerê ew red kiribû.

XS
SM
MD
LG