Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku ji destpêka şer vir ve pirtir ji 7 mîlyon kes ji Ukrayna derketine.
Reutersê ew agahî ji zarê Ajansa Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand.
Li gor ajansê, ji destpêka şer vir ve 7,023,559 kes ji Ukrayna derketine.
Penaberên Ukraynî ji welatên Ewrupa pirtir çûne Moldova û Polonya.
Ajans dide zanîn ku hejmara penaberên Ukrayna yên li welatên Ewrupa nêzî 5 mîlyon e.
Şerê Rûsya û Ukrayna di 24'ê Sibatê de destpê kir. Rûsya ser kiryarên xwe yên li Ukrayna dibêje operasyoneke taybet e, lê welatên Rojava wan tevgeran wek dagirkirin dibînin û dijî Moskowê toleyên berfireh radigihînin.