Komîserîya Bilind ya Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNCHR) îro Sêşemê ragihand ku ji destpêka şerê Rûsya û Ukrayna vir ve pirtir ji 10,5 mîlyon kes ji Ukrayna derketine.
Yekîtîya Ewrupa (YE) jî hefteya borî dabû zanîn ku pirtir ji 6 mîlyon Ukraynî derbazî nav axên welatên endam bûne.
Jiber ku bo bo mêrên ji 18 salî heta 60 salî destûra derketina ji Ukrayna tune, piranîya kesên ji wî welatî derdikevin jin û zarok in.
NY hefteya borî dîyar kiribû bi tenê li Polonya pirtir ji 1,2 mîlyon penaberên Ukraynî hene.
Şerê Rûsya û Ukrayna di 24’ê Sibatê de destpê kir. Rûsya ser kiryarên xwe yên li Ukrayna dibêje operasyoneke taybet e, lê dewletên Rojavayî wan tevgeran wek dagirkirin dibînin.