Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Dibêje li Ukrayna Hejmara Qurbanîyên Sivîl Zêde Dibe


Ravina Shamsadani, Berdivika Ofîsa Komîserîya Bilind ya Mafên Mirovan ya NY
Ravina Shamsadani, Berdivika Ofîsa Komîserîya Bilind ya Mafên Mirovan ya NY

Ofîsa Komîserîya Bilind ya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) îro Înê ragihand ku ew piştî êrîşa Rûsyayê, di derbarê qurbanîyên sivîl li Ukraynayê gelek raportan werdigirin.

Berdevika ofîsa NY Ravina Shamdasani dîyar kir ku karmendên wan heya niha herî kêm 127 qurbanîyên sivîl piştrast kirine.

Shamdasanî da zanîn ku ji wan sivîlana 25 kes hatine kuştin û 102 birîndar bûne, bi giştî jiber topbaran û êrîşên esmanî.

Wê hişyarî da ku dibe ku hejmar zêdetir be.

"Ofîsa mafên mirovan ji gelek girtinên kêyfî yên xwepêşanderên aştîparêz yên Pêncşemê li Rûsyayê nerazî ye. Em dizanin ku zêdeyî 1.800 xwepêşander hatine girtin," Shamdasani got.

Lê, wê ragihand ku hin ne dîyar e çend kes ji wan hatine berdan.

XS
SM
MD
LG