Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Bo Veguhastina Sîvîlan ji Helebê Bang li Amerîka û Rûsya Dike


Şîretvanê karên mirovahî ya Neteweyên Yekbûyî bo Sûrîyê, Jan Egeland
Şîretvanê karên mirovahî ya Neteweyên Yekbûyî bo Sûrîyê, Jan Egeland

Şîretvanê karên mirovahî ya Neteweyên Yekbûyî bo Sûrîyê, Jan Egeland îro Pêncşemê bang li Amerîka û Rûsya kir ku bi ewlehî veguhastina sîvîlên asê ji Helebê pêk bînin.

Wî hişyar kir ku 150,000 kesên ku li Helebê ne, rûbiriyê mironê ne û divê alîkarî ji wan re were şandin.

Egeland rexne ku hewlên têkçûyî yên berê kir û got ku planên alîkarî yên pênc hefteyên borî ti endam dernexist.

“Niha dora Amerîka û Rûsya ye ku gîhandina alîkarî ji Helebê re kordîne bikin. Dewletên endam ku divê alîkarîya me bikin, li ser gîhandina alîlarî û ser bûyerên ku li Sûrîyê diqewimin gelek ji hev dûr in," Egeland piştî civîna hefteyê ya derbarê Sûrîyê, ji nûçegîhanan re got.

Egeland da zanîn ku krbidestên Rûsî soz da wan ku veguhastina sîvîlan bi wan re gotûbêj bikin, lê ew nema qala sekiandina şer dikin.

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry got ku pîştî hevdîtina ligel Sergei Lavrov li Hamburgê, ew pirtir hêvîdar e ku ew dikarin bigehîn rêkeftinekê, lê ew hîn jî li benda hin nêrîn û pêşnîyaran e.

XS
SM
MD
LG