Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Ji Venezuela Pirtirê 3,000,000 Kes Koç Kir


Komîserîya Bilind ya Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNCHR) û Rêxistina Navnteweyî ya Koçberî (IOM) roja Pêncşemê li Cenevrê ragihandin zêdetirê 3,000,000 kesên ji Venezuela li derveyî wî welatî dijîn.

Li gor texmînan ji wan Venezuelayîyan bi qasî 2,400,000 kes li Amerîka Latîn û welatên derdorê dijîn.

Karwanên koçberîyê yên Venezuela herî zêde diçin Kolombîya ya cîran.

Daneyên UNCHR û IOM nîşan didin ku pirtirê 1,000,000 Venezuelayî li Kolombîya dijîn.

Her roj ji Venezuela bi qasî 6000 kes derbazî Kolombîya dibin.

Neteweyên Yekbûyî (NY) di meha Tebaxê de ragihandibû ku li dora 2,300,000 Venezuelayî li derveyî Venezuela dijîn.

Eduardo Stein, karbidestê UNCHR û IOM’ê yê ser koçberên Venezuelayî dixebite, dîyar kir ku welatên derdorê bo koçberan derîyê xwe vekirine lê kapasîteya wan êdî di metirsîyê de û bo hevkarî bidome divê civaka navneteweyî alîkarîyê bide.

Li Venezuel hikûmet bi kêşeyên aborî û sîyasî re rû bi rû maye. Çavdêrên navneteweyî dîyar dikin ku Nicolas Maduro li ser rikeberîyê zordestîyê dike.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG