Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY û YE bo Sûrîyê Banga Danûstandinên Sîyasî Dikin


Mogherini û De Mistura
Mogherini û De Mistura

Karbidestên Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekîtîya Ewrupa (YE) di konferansa alîkarîya bo Sûrîyê de, ku li Brukselê li dar ket, banga danûstandinên sîyasî kirin.

Nûnerê Taybet yê Sûrîyê yê NY’ê Staffan de Mistura û Berpirsê Peywendîyên Derve yên Yekîtîya Ewrupa YE’ê Federica Mogherini bi hev re preskonferanseke hevbeş li dar xistin.

De Mistura dîyar kir ku deskentinên leşkerî û herêmî yên çend hefteyên dawî ti çareserîyên sîyasî û guherînan çênekirine

Mogherini jî da zanîn ku divê hemî alîyên li Sûrîyê bi çavdêrîya NY’ê vegerin peyvajoya sîyasî û danûstandinên rast û watedar bikin.

Welatên NY û YE’ê hewil didin ku di konferansa bo Sûrîyê de nêzî 6 mîlyar dolar kom bikin.

XS
SM
MD
LG