Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koma NY'ê li Yemenê Rastî Erîşeke Çekdarî Hat


Komeke Neteweyên Yekbûyî (NY) li Hudeyda ya Yemenê rastî êrîşeke çekdarî hat.

Bi ser maşîneya bi zirx ya Berpirsê Koma NY’ê Patrick Cammert gule hatin reşandin, lê ti kes zarar nedît.

Ser êrîşê, Husîyên serhilda û hêzên hikûmeta Yemenê hevdu tawanbar kirin.

Berdevkê NY’ê Stephane Dujarric dîyar kir ku her du alî jî berpirsê ewlekarîya koma NY’ê ya li herêmê ne.

Civata Ewlekarî ya NY’ê biryar dabû ku 75 çavdêrên din bo danûstandinên ser agirbestê kontrol bikin herin Yemenê.

Li gor agirbestê, divê serhildayên Husî û hikûmeta Yemenê hêzên xwe ji Hudeyda vekişînin.

XS
SM
MD
LG