Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Bang li Hikûmeta Yemenê û Serhildayên Husî Dike ku ji Bendergehên Girîng Vekişin


Nûnerê Taybet yê Yemenê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Martin Griffiths bang li her du alîyên cengê kir ku ji bendergehên girîng yên wî welatî vekişin.

Hêzên hikûmeta Yemenê û serhildayên Husî di danûstandinên agirbestê de ser vekişîna ji bendergehan li hev kiribûn.

Li gor peymanê, dê hêzên çekdar berê ji bendergehên Salîf û Rasîsa derkevin.

Piştî wan her du bendergehan, dê serhildayên Husî jî ji bendergeha Hudeyde derkevin.

NY dîyar dike ku nêzî 10,000,000 kesên li Yemenê li sînorê birçîbûnê dijîn.

XS
SM
MD
LG