Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: 10 Mîlyon Kesên li Yemenê Dibe ku ji Birçîbûnê Jîyana Xwe ji Dest Bidin


.

Neteweyên Yekbûyî (NY) bang li alîyên li Yemenê şer dikin ku rê li ber alîkarîya bo sivîlan vekin.

NY dîyar dike ku di sala pêncan ya şerê Yemenê de, 70 ji sedê Yemenê bi birçîbûnê re rû bi rû maye û piranîya wan zarok in.

Li gor daneyên NY’ê dibe ku 10 mîlyon kesên li Yemenê jiber birçîbûnê bimirin.

Berpirsên NY’ê didin zanîn zanîn ku ji 31 herêmên Yemenê li 28’an rewş dijwar e û sivîlên wê derê jiber cenga dewam dike nikarin alîkarîyan bistînin.

Tevî cenga giran jî NY hewil dide ku her meh hewil dide ku alîkarîya bigêhîne 12 mîlyon kes.

XS
SM
MD
LG