Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Korona li Yemenê bi Lezgînî Brlav Dibe, Alîkarî Pêdivî Ye


Neteweyên Yekbûyî îro Înê got ku bi bawerîya wê vîrusa korona li seranserê Yemenê, ku sîstema saxlemîya wê hilweşîye, belav dibe.

Berdevikê Ofîsa Kordînasyona Alîkarîya Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA)Jens Laerke got ku Yemen niha di rewşek xirab de ye û alêkarîya diravî ji wê re pêdivî ye.

“Rewşa Yemenê pir aloz e. Sîstema tendiristîyê hilweşîye. Karmendên alîkarîyê mirovan paşve dizivirînîn jiber ku wan têrê oksîjen û alavên xwe parastinê tunene."

Laerkeyî bi berdevamî got ku Neteweyên Yekbûyî texmîn dike ku ewê 2 mîlyar dolaran jibo Yemenê bixwazin da ku bernameyên alîkarîyê heta dawîya salê berdewam bikin.

Navenda bingehîn ya dermankirina vîrusa koronayê li başûrê Yemenê di tenê du hefteyan da bi kêmî ve 68 mirin tomar kirine, rêxistina Doktorên Bê Sînor (MSF) ku navendê rêve dibe, îro got.

Karbidestên Yemenî 184 pêketî û 30 jî mirîyên ji vîrusa koronayê bo Rêxistina Saxlamî ya Cîhanê (WHO) ragihandin, lê Laerkey bal kişand ku hejmarên rastîn hîn bilindtir in.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG