Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Ser Zarokên Gutaya Rojhilat Fikarên Xwe Radigihîne


Kordînatorê Alîkarîya Mirovî yê Sûrîyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Jan Egeland dîyar kir ku jiber nîqaşa ser derxistina zarokên nexweş ji Gutaya Rojhilat ya Şamê ketine fikaran.

Egeland dîyar kir ku di navbeyna serhildayên Sûrî û hikûmetê de ser derxistina zarokên nexweş ji Gutaya Rojhilat bazarek çêbûye.

Karbidestê NY’ê da zanîn ku serhildayên hin karmendên hikûemta Sûrîyê berdane û hikûmetê jî rê daye ku zarokên nexweş ji Gutaya Rojhilat werin derxistin.

‘’Eger hûn zarokên nexweş bi kesên desteserkirî re diguherînin, di vê cengê de hûn zarokan dikin alaveke bazarê’’ Egeland got.

Egaland bang li her du alîyên cengê kir ku rêzê ji mafên zarokan re bigirin.

Gutaya Rojhilata ji 2013’an vir ve di bin dorpêça hikûmeta Sûrîyê de ye. Tê texmîn kirin ku 400,000 kes li wê herêmê asê mane û saxlemîya 130 zarok jî krîtîk e.

XS
SM
MD
LG