Bajarvanê New Yorkê Bill de Blasio îro Çarşemê ragihand ku divê hemû karmendên şaredarîyê vaksîna dijî COVID-19 werbigirin.
Fermana bajêrvan bang li hemû karmendên şaredarîya New Yorkê dike, di nav de jî polîs û agirkuj, ku bi kêmî derzîyeke vaksîna COVID-19 berî 29’ê Cotmehê bistînin. Eger na, ewê neçar bimînin ku betlaneyeke bê pere werbigirin.
Ofîsa de Blasio got ku ev ferman dora 160,500 karmendan li xwe digire û da zanîn ku heta niha 71% ji wan yek derzî ji vaksîna COVID-19 wergirtine.
De Blasio di daxuyanîyekê de got ku “ti rûmet ji xizmetkirina xelkê bajarê New Yorkê mezintir tune ye, lê ligel vê rûmetê berpirsî jî heye jibo parastina me û civaka me.”