Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên Cîhanê jibo Guherîna Keş û Hewayê li New Yorkê Dicivin


Rêberên cîhanê îro Duşemê di hilcivîna guherîna keş û hewayê de li New Yorkê kom dibin, di vê demê de ku zanist hişyarî didin ku bo parastina jîngehê divê pêngavên girîng werin avêtin.

Dora 60 serok û serokwezîrên cîhanê di hilvicîna îro de beşdar bin û gavên wek karanîna jêderên nûkanbar yên wek tav, ba li şûna komir û şewitên wek wê.

Tevî ku Serokê Amerîka di programa hilcivînê de cîh negirt jî, wî bi awayekî surprîz li wê derê xuya bû.

Sekreterê giştî yê NY Antonio Guterres hewil dida ku bal bikşîne ser cidîbûna guherîna klîmayê û daxwaz ji rêberên cîhanê dikir ku bi pêngavên berbiçav çareserî ji wê kêşeyê re bibînin.

XS
SM
MD
LG