Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cuomo Dibêje Hejmara Mirinên ji Korona Hindiktir Dibe


Vîrusa korona li New Yorkê, ku li Amerîka bûye navenda nexweşîyê, di 24 saetên dawî de 474 kes kuştin.

Ew hejmar, ji 2’ê Nîsanê vir ve hejmara herî biçûk e.

Walîyê New Yorkê Andrew Cuomo da zanîn ku hejmara kesên jiber vîrusa korona jîyanên xwe ji dest didin dadikeve.

Cuomo dîyar kir ku rewişa wan li gor rojên berê ‘’piçekî be jî baştir e’’ û bi bîr xist ku di sê rojên dawî de hejmara mirîyên vîrusa korona 500 derbaz nekiriye.

Li gor agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li New Yorkê pirtir ji 250,000 kesan bi vîrusa korona ketine û wê vîrusê li wir heta niha 19,118 kes kuştine.

XS
SM
MD
LG