Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NYT ji Çînê re Dibêje Ewê Weşana Xwe Neguhere


Rojnameya New York Times soz dide ku weşana xwe ya li Çînê neguhere, piştî ku Serok Xi Jinping piştrast kir Pekîn dezgehên bîyanî yên ragihandinê, jibo nûçeyên rexnegir ceza dike.

Serok Xi ew şîroveyên xwe do Çarşemê di civîneke ragihandinê de, di hazirbûna Serokê Amerîka Barack Obama kiribû.

Xi Jinping di bersîva pirsekê de ku çima rojnamevanên bîyanî nikarin vîza Çînê wergirin,gotibû ku ew yek sûcê rojnamevanan e.

Wî hişyarî dabû ku dive dezgehên ragihandinê rêze li qanûn û rêzikên Şînê bigirin.

Çîn gelek caran vîze neda rojnamevanên New York Times û malpera wê ya Îngîlîzî û Çînî blok dike.

Rojnameya New York Times do Çarşemê daxuyanîyeke nivîskî derxist û got ewê di nûçeyên xwe de ti guhertin nekin.

XS
SM
MD
LG