Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NYT: Encama Stenbolê Têkçûna Herî Giran ya Jîyana Sîyasî ya Erdogan E


Encamên hilbijartina dubare ya bo bajarvanîya Stenbolê di medya Amerîkî de jî deng veda.

Rojnameya New York Times (NYT) nûçeya ser hilbijartina Stenbolê bi sernavê ‘’Serokomarê Tirkîyê di Hilbijartina Dubare de Têkçûneke Giran Dît’’ da.

Rojname dide zanîn ku encamên Stenbolê bo Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan têkçûna herî giran ya jîyana wî ya sîyasî ye.

Li gor nûçeyê, encamên hilbijartinê, hikûmranîya partîya Erdogan ya ku li Stenbolê 25 sal in didome bi dawî kir.

Di şiroveya nûçeyê de tê gotin ku bi vê encamê têkneçûna Erdogan şikestiye û dibe ku ew bibe destpêka demên wî yên dawî.

NYT hûrgiliyên axaftina berbijarê Tifaqa Gel yê ji Partîya Komarî ya Gel (CHP) Erkem Îmamgolu jî dide û dîyar dike ku wî bang li Erdogan kiriye û gotiye ku ew dikarin bi hev re bixebitin.

Di hilbijartina 31'ê Adarê de Îmamoglu bi ser ketibû, lê li ser daxwazên pêdeçûnê yên Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) hilbijartina Stenbolê hatibû betal kirin û di 23'ê Hezîranê de careke din li dar ketibû.

XS
SM
MD
LG