Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Nehişt Rojnamevanê New York Times Têkeve Wî Welatî


Rojnameya New York Times îro Çarşemê radigihîne ku polîsên dewleta Tirkîyê nehiştiye ku rojnamevanê wê yê serkeftî, Rod Nordland tekeve Tirkîyê û ew ji firîngeha Stenbol'ê ber bi London'ê ve paşve hatiye şandin.

New York Times da zanîn ku karbidestên Tirk, hîn sedema vegerandina Nordland eşkere nekiriye.

Rojnamê destnîşan kir ku Nordland yek jî nûçegîhanên wan yên serkeftî ye û heta niha li ji 150 dewletan zêdetir kar kiriye.

Nordland dîyar kir ku dema ew giheştiye Firokexaneya Ataturk ya Stenbolê, polîs gotîye ew dê wî li ser biryara Wezareta Navweyî yê Tirkîyê dê wî bi şûnde bişînin.

Edîtorê The New York Times'ê Dean Baquet bi daxuyaniyê biryara dewleta Tirkîyê şeremezar kir û got ew li azadîya çapemenîyê heqaret e.

Cîgirê serokê New York Times'ê, David McCraw jî ew biryar rexne kir. ''Cara yekê ye ku em dibînin Tirkîye nahêle rojnamevanekî me tekeve welatê wan,'' McCraw got.

New York Times, di nûçeya ser vegerandina Nordland de bal kişand ku Tirkîye niha li cîhanê dewleta yekê ye ku herî zêde rojnamevan lê girtî ye.

XS
SM
MD
LG