Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NYT: Trump û Parêzerê Wezareta Dadê Hewl Dane Ku Cîgirê Dozgerê Giştî ji Kar Dûr Bixin


Cîgirê Dozgerê Giştî Jeffrey Rosen

New York Times ragihand ku serokê berê yê Amerîka Donald Trump plan kirîye ku Cîgirê Dozgerê Giştî Jeffrey Rosen ji kar dûr bixe û li şûna wî karbidestekî din bo lêpirsîna îdîayên sextekarîya hilbijartinê, erkdar bike.

Hevdem, Washington Post jî nûçeyeke, ku îdîa dike ev plana ku tê behskirin, ragihand.

Washington Post dibêje di planê de tê nîşandan ku parêzer, Jeffrey Clark, berpirsê beşê sivîl yê sazîyê, ewê cîhê Rosen de bihata erkdarkirin.

Rosen, tevî daxwazên Trump yê bo destpêkirina lêpirsînek ya serfirazîya Joe Biden ya li eyaleta Georgia, red kiribû.

Lê, NY Times ragihand ku karbidestên payebilind yên Wezareta Dadê danîne zanîn ku heke Trump Rosen jibo erkdarkirina Clark ji kar dûr bixe, ewê kar vekişandinên xwe dîyar bikin.

Li gor rojnameyê, ev alîkarî kirîye ku Trump razî be ku Rosen bi tenê bihêle, jiber ku wiha xûya dike ku Trump hesab kirîye ku dê hêrsek jiber karvekişandinên girseyî yên li Wezareta Dadê, zararê bide bala ser tawanbarîya sextekarîya hilbijêran.

Times û The Post got ku ragihandinên wan ser bingeha hevpeyîvînên bi karbidestên berê yên rêvebirîya Trump re ku xwestinin ku navê wan neyê eşkere kirin, hatînin weşandin.

Clark îdîayên ku wî plan kirîye ku Rosen ji kar dûr bixîne red kir, lê Trump ser mijarê şîrove nekir.


XS
SM
MD
LG