Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NYT: Li Gor Texmînên Qesira Sipî, li Amerîka Dê di Hezîranê de Her Roj 200,000 Kes bi Vîrusa Korona Kevin


Rojnameya New York Times dîyar kir ku li gor texmînên Qesira Sipî dê ji 1’ê Hezîranê pê ve her roj 3000 kes jiber vîrusa korona jîyanên xwe ji dest bidin.

Di van rojan de her roj bi qasî 1750 kes jiber vîrusa korona dimirin.

Li gor belgeya nepenî ya New York Timesê bi dest xistiye, niha rojane 25,000 kes bi vîrusa korona dikevin, lê ew hejmar dibe ku heta 200,000 jî rabe.

Enstîtuya ser saxlemîyê ya li Zanîngeha Washingtonê dide zanîn ku heta serê Tebaxê, wê li Amerîka bi qasî 135,000 kes jiber vîrusa korona bimirin.

Serokê Amerîka Donald Trump ji Fox News’ê re dîyar kiribû ku dê ‘’bi qasî 75, 80, 100 hezar kes’’ bi vîrusa korona jîyanên xwe ji dest bidin.

Wî di rojên borî de gotibû ku jiber şewba korona dê li dora 60,000 – 70,000 kes bimirin.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li Amerîka pirtir ji 1,180,000 kes bi vîrusa korona ketine û 68,934 kes vi wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG