Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Melîkê Urdunê Omar Razzaz Wek Serokwezîr Destnîşan Dike


Omar Razzaz
Omar Razzaz

Melikê Urdunê Abdullah, endamê kabînê Omar Razzaz wek serokwezîrê nû destnîşan kir, di vê demê de ku xwepêşandanên dijî hikûmetê didomin.

Razzaz li şûna Hani Mulki dibe serokwezîr ku jiber xwenîşandanên dijî wî neçar mabû ku roja Duşemê kar berde.

Melîk Abdullah roja Şemîyê bi Mulki, endamên kabînê û karbidestên payabilind re kom bûbû û ji wan re gotibû ku nabe tenê hemwelatîyên Urdunê barê giran yê reformên darayî hilgire.

Sazîyên navnetewî ku deyn dabûn Urdunê, daxwaza reformên aborî dikirin ku deyne giştî ya Urdunê kêmtir bikin, lê gel jî nerazî ye ku ew bedelên giran yên wan gavan didin.

Tevî ku Melîk Abdullah biryargeha dawî ya Urdunê ye, hikûmeta ku ew destnîşan dike, dibe armanca torebûn û nerazîbûnên civakî.

XS
SM
MD
LG