Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama: Ez Naxwazim Kuştina Bîn Ladîn Bibe Mijareke Sîyasî


Serok Barack Obama dibêje, rêvebirîya wî naxwaze kuştina Osama Bîn Ladîn bike mijareke sîyasî. Serok Obama bersîva rexnegiran da ku dibêjin Qesra Spî li ber e ahengên mezin, li gor gotina wan, di salvegera kuştina rêberê terorîst Bîn Ladîn de bike.

Di gotarekê de pêş salvegera yekê ya êrîşa komandoyên Amerîkî li Pakistanê û kuştina rêberê El Qayde, Serok Obama got ku hinêk kes hene helwesta xwe ya hember kuştina Bîn Ladîn guhertine.

Serok behsa Mitt Romeny kir, bê ku navê wî bîne. Tê çaverê kirin Romney bibe kandîdê Partîya Komarî bo seroktîya Amerîkî û di hilbijartîna giştî ya meha 11 rûbirûyê Serok Obama, kandîdê Partîya Demokrat dibe.

Berî çend salan Romney gotibû ku pênakeve bizaveke mezin were kirin û diravekê mezin were xerckirin, jibo kuştina yek kesî, lê wî roja Duşemê gotibû ku eger ew serok bûya wê heman biryara kuştina Bîn Ladîn bidaya.

XS
SM
MD
LG