Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama: Me Derbarê Sûrîyê Danûstdinên Avaker ligel Rûsya Kirin


Serok Barack Obama dibêje, wî li ser Sûrîyê danûstandinên avaker ligel Serokê Rûsî Vladimir Putin kirin, lê her du alî derbarê gîhandina pirtir alîkarîya mirovahî ji deverên bin dorpeçê re, hîn negiheştine rêkeftinekê.

Obama îro li bajarê Hangzhou ya Çînê derket pêş rojnamevanan û pirsên wan yên ser Hilcivîna G 20 ya li heman bajarî bersîv kirin.

Obama da zanîn ku wî ji Wezîrê Derve John Kerry xwestiye ku di rojên pêş de bi berdewamî ligel Rûsan bixebite ku agirbestek li Sûrîyê pêkan be.

Eger agirbesteke wiha pêk were, divê hikûmeta Sûrî ya hevalbenda Rûsya û serhildayên ku Amerîka piştgirî dide, li hev bikin.

Tê ragihandin, tevî ku Amerîka û Rûsya derheqa giheştina ser rêkeftinekê nêzîkî hev bûne jî, hîn astengên mezin mane.

"Li ser alîyên ku em piştgirî didin û derbarê peyvajoya aştî ya li Sûrîyê, em û Rûs pir ji hev cihê difikrin," Obama do ji nûçegîhan re gotibû.

Serokê Rûsî Putin jî gotibû kêşeya Sûrî tenê bi rêbazên aştîyane dikare çareser be.

XS
SM
MD
LG