Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama Pesna Amerîkîyên Misilman Dide


Serok Barack Obama di xwarina îftarê de bi mevana xwe re xuya dibe. Qesra Sipî, Tebax 13, 2010
Serok Barack Obama di xwarina îftarê de bi mevana xwe re xuya dibe. Qesra Sipî, Tebax 13, 2010

Serokê Amerîka Barack Obama jibo pîrozkirina meha Ramazanê, li Qesra Sipî mazûvanîya xwarineke îftarê kir.

Serok Obama di axaftina xêrhatinê de got, Amerîkîyên Misilman xizmetên mezin ji xûrtbûn û nasnameya Amerîkî re kirin.

Serok Obama got, alîkarî û xizmetên Amerîkîyên Misilman li nav 10 salên dawî, taybetî jî piştî êrîşên terorîstî yên 11’ê Îonê de gelek girîng bûne.

Serokê Amerîka Barack Obama her wiha got, dema êrîşên terorîstî yên 11’ê Îlonê diqewimîn, Amerîkîyên Misilman di rêza pêşîn da bûn ku bigehijin cîyê bûyerê û alîkarîya kesên hewcedar bikin. Bi vê hilkeftinê, ez dixwazim jin û mêrên canfêda bîr bînim ku hemî jî lehengên rastîn yên Amerîkî ne.

Bi nêzîkbûna salvegera dehan ya êrîşên terorîstî yên 11’ê Îonê, birêz Obama got, jibo bîranîna wan kesên ku xizmetî welatê me kirine û canê xwe feda kirine, divê Amerîka rêze li wan hemîyan bigire û nasname û bawerîyên cihê yên hemwelatîyên xwe hembêz bike.

Di vexwandina xwarina îftarê de rêber û bizavkarên Misilman û nûnerên bawerîyên din jî amade bûn.

XS
SM
MD
LG