Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama Dê Peyva Xatirxwaziyê 10î Mehê li Chicago Pêşkeş Bike


Obama
Obama

Roja Duşemê serokê Amerîka Barack Obama di namek elektronî de radigehîne ku, ewê peyva xwe ya xatirxwaziyê roja 10î Kanûna Paşîn li bajarê Chicago pêşkeş bike.

Obama di peyva xwe de dê balî bikişîne ser dema 8 salên desthilatdariya wî li Amerîka û dê sopasiyên xwe pêşkeşî alîgirên xwe bike.

Obama da zanîn ku yekemîn serokê Amerîka George Washington sala 1796 yekem peyva xatirxwaziyê pêşkeş kir, ew jî dê li bajarê Chicago peyva xwe ya xatirxwaziyê pêşkeş bike.

Obama herweha dibêje, ez di peyva xwe de difikirim, da ku, weke delîve bikarbînim û sopasiyên xwe di vê qonaxa hesas de pêşkeş bikim, ya ku gelek tişt hatine guhertin û welat di 8 salên borî de, ber bi başiyê ve çûye, herweha behsa wan rêka bikim yên ku em dikarin bihevre, liser bimeşîn.

20 Kanûna Paşîn Donald Trump Komariyê hilbijartî dê Îdara Amerîka werbigire, wî di kampêna hilbijartinan de gelek soz dabûn ku ewê gelek guherînan siyasî yên giring li hember karên serok Obama encam bide, gelek ji van karan,yên ku Obama di dema serokatiya xwe de kirine nehêle, ji wana projeya saxlemiyê ya bi navê Çavdêriya Saxlemiya Obama (Obamacare).

Obama dê Qesra Spî bicih bihêle bê ku, serokekê diyarkirî li şûna wî weke pêşengê partiya Demokrat hebe.

Obama li dawiya nama xwe dibêje "ji sala 2009an Me astengên mezin derbaskirin û em biserketin".

XS
SM
MD
LG