Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Leşkeran Dişîne Awistralyayê


Serok Obama û Serokwezîra Awistralî Julia Gillard.

Li gor rêkeftineka navbera rêberên Amerîka û Awistralyayê, leşkerên Amerîkî dikarin li ser axa Awistralyayê bimînin.

Serok Barack Obama û Serokwezîra Awistralî Julia Gillard roja Çarşembî li Canberra şandina leşkerên Amerîkî bo Awistralyayê ragihand.

Gillard got ku hêzeka Amerîkî ya 200 heta 250 endamî li destpêkê li bakûrê welatî dimînin. Wê herwiha got ku paşî jimara endamên wê hêzê zêde dibe heta digehîte 2,500 leşkeran.

Serokwezîra Awistralî herwiha got ku hikûmeta wê rêkê dide balafirên Amerîkî ku bingehên esmanî yên welatê wê bikar bînin.

XS
SM
MD
LG