Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama Bang li Kongirêsê Dike Piştgirîya Reformên Diravî Bike


Serokê Amerîka Barack Obama bang li Kongirêsê dike ku piştgirîya reformên diravî bike, ku wî berî sê salan destpê kiribû weku beşek ji hewldanên parastina miştirîyan ji ne berpirsîya hin kesên Wall Street.

Di axaftina xwe ya heftane de, Obama hin endamên Kongirêsê yên Komarî û lobîkar bi paşvexistina planên reformên wî tewanbar kir.

Obama reformên xwe binav kir wekî, mecbûrkirina dezgehên diravî jibo bidestxistina bêtir pereyên kaş û herwiha damezrandina çavdêrîyekê bo parastina hemwelatîyan ji karên ne dadmend yên bankan.

Li alîyê din ve, Senatorê Komarî Ron Johnson ji Wisconsin, bi tundî rexne li Obama û Senata Demokrat kir ku wan nikarîbûn butçeyê derbas bikin.

XS
SM
MD
LG