Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama Daxwaz ji Civata Tenahîyê Kir li Ser Sûrîyê Helwêstê Bigre


Obama Daxwaz ji Civata Tenahîyê Kir li Ser Sûrîyê Helwêstê Bigre

Hêzên rojavayî dibêjin dê roja Şemê dengdanek li ser biryara Civata Tenahîya Neteweyên Yêkbûyî li ser Sûrîyê bê kirin li demekê de herikîna xwînê li bajarê Homs, navenda nerazîbûnan, berfireh bûye û pitirî 200 kuştî li pey xwe hêla.

Serokê Amerîka Barak Obama, berî dengdana li ser biryara Civata Tenahîyê li ser tundûtîjî ya Sûrîyê, daxwaz ji wê civatê kir ku li dijî bêrehmîya hovane ya Serokê Sûrî Beşar el Esed helwêstek bigre.

Rêzdar Obama di nav ragehandina xwe de roja Şemê got ew wê êrîşa Esed ya bê wêne mehkûm dike. Ew daxwazê ji rêberê Sûrî dike xwe bide rexekê û rêkê bo guherîna demokratîk xweş ke.

Roja Şemê zû balyozên Neteweyên Yekbûyî li ser daxwaza Rusîya li pişt dergehên dayêxistî de kom bûn.

Balyozê Brîtanîya bo NY, Mark Lyall, ku di rêkê de bû bo beşdarî di danûstandinên li New Yorkê, got ne dûr e Rusîya daxwaza bi direng êxistinê bike lê wî dazanîn ku dê Îro dengdan bê kirin.

XS
SM
MD
LG