Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama: Rêberên Sudan û Sudana Başûr Dibe Şer Rabigrin


Serokê Amerîka Barak Obama di nameyeke tomarkirî de roja Şemîyê bang li gelê Sudan û Sudana Başûr kir nakokîya wan nepêdivî ye û rêberên wan dikarin şerê navbera herdu welatan rawestînin.

Di nameya ku li malpera Youtubê de hate weşandin, Birêz Obama bang li her du welatan kir ku dawî li karê leşkerî bînin. Wî got, divê serokên herdu welatan bivêr bin ku dest bi danûstandinan bikin jibo çareserîyek aştîyane di navbera wan de.

Nameya Serok Obama hate dan, rojekê piştî şahîyên li Sudan ku hikûmet dibêje wê careke din dest danî ser devera Hiclic ku petrol têde pir e.

Serokê Sudan Omar al Bashir meşeke mezin li Xertûma paytaxt roja Înê birêve bir li dema ku leşkerên kêfxweş li devera Hiclic ya kêşe li ser şahîyên xwe berdewam dikin.

Lê balyoza Sudana Başûr li Neteweyên Yekbûyî, Agnes Oswaha dibêje hîn hêzên başûrî kontrola devera Hiclic dikin, belê ewê di dema sê rojan de vekêşin.

Hêja yî gotinê ye, Sûdana Başûr 10 ê Nîsanê destê xwe danîbû ser zevîyên petrolê li devera Hiclic. Ev yek bibû egera tirsa şerekî mezin navera herdu welatên cîran. Serokê Sudanî di axaftinekê de gefe kiribû ku ewê hikûmeta Başûrê Sudana Başûr bipelixîne.

XS
SM
MD
LG