Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama Cejna Newrozê li Îranê Pîroz Dike


Serok Barack Obama roja Sêşemê cejna Newrozê li gelê Îranê pîroz kir.

Di peyameke vîdyoyî de, Serok gotarek pêşkeşî gel û rêberên Îranê kir û got ku Amerîka dixwaze pirsgirêka navokî ya Tehranê bi rêyên aştî û diplomatîk çareser bibe.

Serok got eger Îran sozên xwe yên navneteweyî bicih bîne, têkelîyên nû li navbera Amerîka û Îranê ava dibin û Îran cihê xwe yê hejî digire di civaka navneteweyî de.

Serok Obama herwiha got “li demê bihareke nû destpê dike, ez hêvîdar im ku herdu welatên me bikaribin xwe ji alozîyan derbas bikin."

Serok herwiha got ku ew dê berdewam be li xebatê xwe jibo “rojeke nû” li navbera Amerîka û Îranê.
XS
SM
MD
LG