Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama Pêsna Hevalbendîya Amerîka û Awustralyayê Dide


Serokê Amerîka Barack Obama û Serokwezîra Awustralî Julia Gillard li parlemanê ne. Mijdar 16, 2011.

Serokê Amerîka Barack Obama pêsna hevelbendîya navbêra Amerîk û Awustralyayê da, dema serdana xwe ya li bingeheke leşkerî ya li bajarê Darwin ku 2.500 leşkerên Amerîkî lê bêne cîh kirin.

Birêz Obama, wan gotinên xwe li Awustralyayê, berî ku jibo Hilcivîna Asyaya Rojhilat here Endonezyayê kir. Serok Obama berî axaftina xwe bîranîna endamên keştîya USS Peary ku li dema Şerê Cîhanê yê Didoyan ji alîyê firokên Japonî ve hatibû binav kirin.

Rêzdar Obama roja Çarşemê jî ji parlemana Awustralî re gotîbû ku geşbûna aborî ya herêma Asya-Pasîfîk wê jibo nû girîng be û rêvebirîya wî jî dixwaze hebûna Amerîkayê li wê derê xûrt bike.

Serok Barack Obama û Serokwezîra Awustralî Julia Gillard roja Çarşemê li bajarê Canberra qayil bibûn ku ku 200 heta 250 hêzên marîn yên Amerîkî li bakurê wî welatî cîh bin. Xanim Gillard her wiha gotîbû ku piştre jimara endamên wê hêzê zêde bibe, heta bigeheje 2.500 leşkeran.

XS
SM
MD
LG