Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama Planeka Nû ya Aborî Eşkere Kir


Serok Obama Planeka Nû ya Aborî Eşkere Kir

Serok Barack Obama roja Çarşemê dest bi serdaneka sê rojî dike bo pênc wîlayetan di bizavekê de jibo pêşbirina planeka aborî ku wî şeva Sêşemê li gotara salane ya xwe eşkere kir.

Di gotarekê de bo gelê Amerîkî ku li avahîya Kongresê pêşkêş kir, Serok Obama got ku li gor plana wî, aborîya welat her bihêz dimîne û wê girêdayî be bi hilbêrîn, enerjî û zêdekirina şîyanên karkerên Amerîkî. Serok Obama serdana wîlayetên Iowa, Arizona, Nevada û Michigan dike.

Di gotara xwe de Serokî herwiha behsa serkeftinên rêbaza derve ya Amerîkayê li sala bihûrî kir, ji wan bi dawî anîna şerê Îraqê, serkeftinên Afganistanê û kuştina Osame bin Ladin li Pakistanê.

Serokî herwiha behsa Buhara Ereb û hêvîya azadîyê li Burmayê kir.

XS
SM
MD
LG