Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama Stratejîya Nû ya Berevanîyê Eşkere Dike


Serok Obama ji rojnamevana re qala stratejîya nû ya berevanîyê dike.
Serok Obama ji rojnamevana re qala stratejîya nû ya berevanîyê dike.

Serokê Amerîka Barack Obama îro Pêncşemê planeke nû ya berevanîyê eşkere dike ku bi mîlyaran dolaran kêmkirina budceyê jî nav de ye.

Do kombûna Serok Obama ya li Pentagonê, Wezîrê Berevanîyê Leon Panetta û Serokê Hêzên Hevbeş Martin Dempsey jî cîh digirin.

Karbidest dibêjin, stratejîya nû rola Amerîkayê li Asyayê dê, li hember xûrtbûna Çînê befirehtir bike û derfet bide ku bala xwe pirtir bide Rojhilata Navîn ku Îran wekî xemeke girîng dimîne.

Bi plana nû, tê çaverê kirin ku stratejîya amadebûna du şeran jî tê hêlan. Li şûna wê, divê Amerîka wê tenê şerekî bike, dema pêşî li kiryarên êrîşkêr ya deverên din bigire.

Wezîrê Berevanîyê Leon Panetta jî tê çaverê kirin ku kêmkirina hejmara leşkeran û karmendên sîvîl ragihîne û paşxistina çend bernameyên çekan dîyar bike.

XS
SM
MD
LG