Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Berê yê Amerîka Barak Obama bi Tundî Trump Rexne Dike


Serokê Berê Amerîka Barak Obama
Serokê Berê Amerîka Barak Obama

Di demekê de ku hin wîlayetên Amerîkî gav bi gav carerke din vedigerine ser jiyana xwe ya normal, serokê berê Barak Obama bi tundî serok Donald Trump rexne kir li dor vîrusa koronayê û bersivdana wî jê re.

Hikûmet û berpirsên cîhanê û Amerîka bi awayekî taybet, hewl didine ku hin bendan ji ser kar û çalakiyên giştî rakin bêyî ku ew çalakî bibin sedama pêleka din a vîrusê.

Di axaftinekê de li gel endamên berê yên rêveberiya xwe, Obama got şerê vîrusê dê her ji baştirîn hikûmet re jî xerab bûya, lê ew bûye”karesateke bê ser û ber a tund” dema ku mîntalîteya “çi ji bo min tê de heye” derbasî nav hikûmetê be, li gor tomarkirina ku gihîştibû destê Yahoo News.

Obama dibêje Trump bi awayekî guncaw bersiva belavbûna vîrusê neda.

Amerîka nêzîkî 80,000 qurbanî dan bi sedema vîrusa COVID-19, ku ji her welatekî din ên cîhanê bêhtir bû.

Li seranserî cîhanê bêhtirî 4 milyon keysên coronayê hatine tomarkirinû, û dora 280,000 kes mirine, li gor amarên zanîngeha John Hopkins.

Her yekê ji Spanya û Frensa û Îtalya dora 26,000 keys û 32,000 mirî ragihandine.

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG