Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama Banga Rêzgirtin û Lêxweşbûna Olî Dike


Serokê Amerîka Barack Obama, di gotara xwe ya heftanê de, îro Şemîyê li ser rêzgirtin û lêxweşbûna olî peyîvî.

Serok Obama got, “Em di demeke taybet û pîroz ya vê sale derbaz dikin. Li alîyekî Krîstîyan jinûve rabûna Mesîh Îsa pîroz dikin, li alîyê din jî malbatên Cîhu sirgunbuna xwe yê girseyî ji Misirê bi bîr tînin”.

Serok Barack Obama bi berdewamî got, “Îsa Mesîh nîşana me dide ku çawa divê em ji dil cîranên xwe hez bikin û bawermendên hemî olên cîhanê, wek zarokên Xudê bibînin, ne tenê Krîstyanan.”

Rêzdar Obama herwiha got, "Ji Cihûtî heta Îslam; ji Hîndu heya Sîkhîzm; bangeke xurt bilind dibe ku em xîzmeta xuşk û birayên xwe bikin û bi çavekî rêzgirtî û tijî hezkirin li kesên din binêrin.
XS
SM
MD
LG