Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama: Divê Koreya Bakur Dev ji Zimanê Şerxwaz Berde


Serokê Amerîka Barack Obama dibêje, divê Koreya Bakur dev ji zimanê şerxwaz berde.

Serok Obama herwiha dîyar dike ku Amerîha hemî gavên pêdivî bavêje ku hem xwe, hem jî hevalbendên xwe biparêze.

Serok Obama piştî hevdîtina xwe ya ligel Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon li Qesra Sipî, got ku divê rêberên Koreya Bakurî dawî li gefên xwe yên navokî bînin.

“Niha dem hatiye ku Koreya Bakur dawî li helwesta xwe ya tund û zimanê xwe yê şerxwaz bîne û girjî û reqbûna heyî nermtir bike. Kesek naxwaze li Nîvgrava Koreyê şerek bibîne,” Serok Obama got.

Birêz Obama dîyar kir ku derîyê li ber çareserîyeke dîplomatîk vekirî ye, lê wî hişyarî da ku Amerîka dê xwe li hember kiryareke leşkerî ya Koreya Bakurî biparêze.
XS
SM
MD
LG