Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama: Emê Berpirsên Peqînên Bostonê Derxin Holê


Serok Barack Obama îro li Bostonê, pişikdarî li merasîma bîranîna qurbanîyên peqîna Duşemê kir.

Birêz Obama di merasîmê de got ku ewê berpirsên peqînê derxin holê.

Serok Obama ball kişand ser Maratona Bostonê ku peqîn lê qewimîbûn û got, "Emê pêşbirka xwe bidomînin, heta ku ew maraton bi dawî be.”

Serok got, gelê Amerîkî bi wan peqînan stûyê xwe xwar nake.

“Ku dixwazin bi wan peqînan me bitirsînin û me jî nirxên xwe dûr bixin, divê baş bizanin ku jibo wî karî bajarekî çewt bijartine. Ew tişt li vê derê, li Bostonê ne pêkan e”, birêz Obama îro Pêncşemê got.

Tevî ku vekolêran hîn jî kesek desteser nekiribe jî, Serok Obama got, “Ew dê nasnameya kes yan kesên ku ew êrîş pêk anîne derxin hole û wan bînin pêş dadgehê.”
XS
SM
MD
LG