Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama Berevanî li Bikaranîna Firokên Bêmirov Dike


Serokê Amerîka Barack Obama dibêje, leşkerîya Amerîkî firokên bêmirov tenê di şertên pir pêdivê de bikar tine, bi armanca girtin û lêpirsînkirina terorîstan.

Serok Obama di axaftina xwe ya Zanîngeha Berevanî ya Netewî (National Defense University) ya li Washingtonê piştgirî li karanîna firokên bêmirov kir û got, ew taktîka leşkerî bi taybetî El Qayde û grubên peywendîdar dikin armanc.

"Bu dehan qumandarên zîrek yên El Qayde, hînker, çêkerên bombe û mîlîtanên wê, bi xêra wan firokana hatine kuştin,” Serok Obama got.

Bi dehan nexşeyên kiryarên terorîstî ku seferên firokên neferî, sîstema hatin-çûna Amerîkî û Ewropî û herwiha leşkerên me yên li Afganistanê dikirin hedef, dîsa bi saya wan firokên bêmirov hatine sekinandin.

Serok Obama qebûl kir ku operasyonên leşkerîya Amerîkî li welatên bîyanî tesîr nêrîna bîra giştî ya wî welatî dike û dibe sedem ku pirtir dijiminan ji Amerîka re ava ke.

Lê, serok got, Amerka nikare rê bide terorîstan ku bingehan çêkin ku dikarin li wan deran êrîşên kujêr plan bikin û pêk bînin.
XS
SM
MD
LG