Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama li Berlinê Banga Kemkirina Çekên Navokî Dike


Serok Obama îro Çarşemê li Berlînê bi firehî behsa xewna xwe ya cîhaneke bê çekên navokî kir.

Serok Obama got, ewê bizavê bike ku çekên navokî yên bicîhkirî bi awayekî girîng kêmtir bike û danûstandinên ligel Rûsya jinûve destpê bike.

Birêz Obama got, kêmkirina çekên navokî tenê dikare pêk were, dema di heman demê de ewlekarîya Amerîka û hevalbendên wê jî were misoger kirin.

Li gor pêşnîyara Serok Obama, Amerîka û Rûsya çekên xwe yên navokî yek ji sê kêmtir bikin ku bi Peymana START ya sala 2010’ê hatibû pejirandin.
XS
SM
MD
LG