Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama Dihere Afrîkaya Başûr


Serok Obama di gera xwe ya Afrîka de, ku dixwaze peywendîyên ligel wê parzemînê baştir bike, ber bi Afrîkaya Başûr ve diçe.

Serdana Serok Obama di vê demê de tê ku rewşa saxlamîya Nelson Mandela yî 95 salî, cîhê xemê ye.

Di bersîvdana pirsên rojnemevanan de, Serok Obama got ku ew naxwaze bi serdana nexweşxaneyê birêz Mandela eciz bike.

Lê. Qesra Spî do Pêncemê ragihandibû ku serdan dikare çêbe, eger malbata birêz Mandela bixwaze.

Serok Obama jibo du rojan li Senegalê bû û hevdîtinan ligel Serokê Senegalê Macky Sall hevdîtinan kiribû.
XS
SM
MD
LG