Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama jibo Destpêbûna Ramazanê Peyameke Taybet Weşand


Bi destpêbûna meha Ramazan a pîroz, Michelle û ez hêvîyên herî baş ji Misilmanên li Amerîka û seranser cîhanê re dixwazin.

Ramazan jibo 1.5 mîlyar Misilmanên cîhanê dema hizirkirin, rojîgirtin û pêgirbûnê ye. Ramazan herwiha deliveyek e jibo heval û hogiran û malbatan ku werin ba hev û pêgirîya xwe ya bo aştî, adalet, wekhevî û hezkirinê xurtir bikin.

Ew meh careke din tine bîra me ku hevbeşîyên me ji cudabirîyên me pirtir in û azadî, wekhevî û rûmet be şert û merc mafê hemî mirovahî ye.

Em girîngîya van nirxên hevbeş careke din dubare dikin, di vê demê de gelek kesên li Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur jibo mafên xwe yên bingehîn tekoşînê didin û bi mîlyonan penaber jî Ramazanê ji cîhûwarên xwe dûr pîroz dikin.

Amerîka li kelêka wan kesan disekine ku jibo afirandina cîhanekî baştir dixebitin; cîhanekî ku herkes dikare paşeroja xwe bi xwe dîyar bike û bê tirsa tundîyê û bi azadî bawerîya ola xwe bike.

Li Amerîka, Ramazan her sal tine bîra me ku Amerîkîyên Misilman netewa me dewlemendtir dikin—xizmeta hikûmeta me dikin, rêbertî li pêşketinên zanyarî dikin, karên nû diafrînin û alîkarîya cîranên xwe yên hewcedar dikin.

Ez serbilind im ku di çar salên borî de, min mêvandarîya fitarê li Qesra Spî kir û ez çaverê me ku îsal jî xêrhatina Amerîkîyên Misilman bikim ku civaka me rengîntir dikin.

Ez hêvîya meheke bi dilgeşî, aştî û tegiheştin ji Misilmanên li Amerîka û seranser cîhanê dixwazim.

Ramazana we bi bimbarek û pîroz be.
XS
SM
MD
LG