Lînkên eksesibilîtî

Serok Obama: Sala 2014 Dikare Bibe Sala Pêşdeçûnê


Serokê Amerîka Barack Obama bang li Kongresê dike ku sala 2014 bike “sala kiryarê”.

Serok Obama di gotara xwe ya salane ya “Rewşa Yekîtî” de şeva Seşemê got, sala 2014 dikare bibe saleke xurtbûn û pêşdeçûnê.

Serok gotara xwe di rûniştina hevbeş ya Kongresê de pêşkêş kir û bi mîlyonan Amerîkî jî di televîzyonê de wî temaşe kir.

Birêz Obama dîyar kir ku bazara kirîn-firotina xanîyan baştir dibe û Amerîka di ware berhemkarîyê de Çîn derbaz kir û giheşt rêza yekê ya cîhanê.

Serok got, tevî ku tenê pênc sal ji ser krîza aborî borî be jî, Amerîka xwe ji sedsala 21ê re, ji hemî welatên cîhanê baştir amade kiriye. Wî bi berdewamî got, pirs ev e ku gelo “karbidestên Amerîkî alîkarîya vê prosesê bikin ,yan li pêş wê bibin asteng”.

Obama peywendîyên kêşebar yên navbera Demokratan û Komarîyan rexne kir û got, arişeyên wiha bûn sedem ku hikûmeta federal nikare karên xwe yên bingehîn bîcîh bîne.

Rêzdar Obama lihevkirina meha borî ya ser budceya Amerîkî jî pesand. Serok bang li Kongresê kir ku krîzên nû dernexe û jibo afirandina karên nû azadî bide hikûmetê.

Serokê Amerîka herwiha bang li qanûndanêrên Amerîkî kir ku di mehên pêş de bi wî re bixebitin ku welêt pêşve bibin.

Serok hişyarî da ku ewê jibo pêşvebirina Amerîka û afirandina delîveyên jibo tevahîya Amerîkîyan.

”Divê em derfet bidin tevahîya malbatên Amerîkî ku jîyana xwe baştir bikin. Dema pêdivî bû ezê desthilata xwe bikar bînim û bi yekê bicîh bînim."
XS
SM
MD
LG