Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama Plana Alîkarîya bo Îraqê Eşkere Kir


Serokê Amerîka Barack Obama got, Amerîka wê hazirî bike ku operasyoneke leşkerî li dijî armancên mîlîtanên DAIŞ bike ku Îraqê ber bi şerekî mezhebî ve dibe.

Serok Obama îro Pêncşemê li Qesra Spî peyîvî û plana leşkerî eşkere kir ku alîkarîya Îraqê bike ku nebe qada şerekî navxweyî.

Li gor gotina Serok, Amerîka dê heta 300 şewirmendên leşkerî bişîne Îraqê û ewlekarî û çavdêrîkirina xwe jî li wî welatî zêde bike.

Lê, Obama bal kişand ku şandina hêzên şerker ne di rojeva Washingtonê de ye.

“Em karê xwe didomînin ku ewlekarîya balyozxaneya me û parastina karmendên me xurtir bikin.

Rêvebirîya Obama, ev demek e, gotûbêj dike ku daxwaza karvekêşana Serokwezîrê Îraqê Nurî el Malikî bike yan ne, da ku rê ber alozbûna Sunnîyan bigire.

Serok Obama got, ew ne karê Amerîka ye ku lîderên Îraqê bijêre. Wî bang li Îraqê kir ku demeke zûtir hilbijartinên parlemanê pêk bîne.

Obama da zanîn ku pêdivîyeke girîng ji dîplomasî re heye. Wî got, ewê Wezîrê Derve John Kerry dawîya vê heftê bişîne Rojhilata Navîn û Ewropa ku civînan bike.
XS
SM
MD
LG