Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama: Hêzên Me li Îraqê Careke Din Beşdarî Şerekî Nakin


Serokê Amerîka Barack Obama îro Çarşemê li ser operasyona leşkerî ya dijî DAÎŞ axifî û got ku Amerîka dê şerekî din li Îrqê neke.

Daxuyanîya Serok Obama rojekê piştî gotinên General Martin Dempsey yên ser hêzên şerker yên Amerîkî li Îraq hat.

Dempsey gotibû ku eger ew biryar bide ku divê hêzên şerker yên Amerîkî li erdê bi leşkerên Îraqî bin, hîngê ewê daxwaza wê yekê bike.

Serok Obama di axaftina xwe de got, rola wan li dijî operasyoneke dijî DAÎŞ wê êrîşên esmanî bin ku pirtir jî 40 welatên cîhanê di wê koalîsyonê de cîh bigirin.

Serok Obama got, hêzên Amerîkî ku niha li Îraqê ne, wê tev li operasyonên şerkerî nebin û karê xwe yê şîretvanî bidomînin.

“Hêzên me yên li erdê piştgirîya hêzên Îraqî bikin ku welatê xwe diparêzin. Lê, wekî qumandarê giştî ezê ferman nedim hêzên me yên li wê derê beşdarî şerekî din bikin.”

XS
SM
MD
LG