Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama Jibo Biryara Koçberîyê Dest bi Kempeynê Dike


Koçber li axaftna Serok Obama temaşe dikin

Serokê Amerîka Barak Obama jibo wegirtina piştgirîyê ji biryara xwe ya kiryara rêvebir re ku guhartinan di sîstema koçberîyê de tîne, îro Înê diçe Las Vegas.

Serok Obama di bernameyeke taybet de wê ligel Amerîkîyan bicive ku wan li ser biryara xwe ya dohî qane bike, ku dersînorkirina bi mîlyonan koçberên neqanûnî radiwestîne.

Birêz Obama do êvarê hurgilîyên plana xwe ya bê erêkirina Kongresê dîyar kiribû û ew yek jî bibû sedema nerazîbûna Komarîyan ku piranî di destê wan de ye.

Li gor plana Serok Obama koçberên neqnûnî ku ji 5 salan pirtir dem vir ve li Amerîka ne û zarokên wan hemwelatî yan koçberên qanûnî anku xwedîyê karta kesk in dikarin bê tirsa dersînorkirinê, bi kindemî li Amerîka bimînin û bixebitin, bi şerta ku tomara wan ya krîmînal paqij derkeve û ew kes baca xwe bidin hikûmetê.

XS
SM
MD
LG