Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama Dê Kandîdê Dadgeha Bilind Binav Bike


奥巴马总统

Serokê Amerîka Barack Obma îro roja Çarşemê 16î adarê dê kandîdî xwe yê jibo serokatiya dadgeha Bilind ya Amerîkî ragehîne, da ku ciyê Antonin Scaila bigre, yê ku, meha derbasbûyê koça dawiyê kirî.

Obama di daxuyaniya xwe de, ya derheqî mijara serokê dadgeha Bilind got,"Ez wek serokê Amerîka û erka min ya destnîşankirina kesekî jibo pirsên dadweriyê yan jibo her serokek din, yek ji biryarên herî giring e, vê pirsê gelek vekêşa heta di vî ware de em gihane biryarekê" .

Herweha Obama da zanîn ku, kesê ew jibo dadgeha Bilind binav bike, kesekî jêhatî û ji hejîye ku liser kursiya dadgeha bilind rûne.

Obama dîsan got, dadgerê bibe serokê dadgeha bilind divê liser sê pirensîpan bi meşe " bi mejiyek xweser, biryar girtin li gor belgeyên gomanê qebûl nekin û cuhdekî weha ku gomanên yasayî nebin".

Wek tê zanin Antonin Scalia di roja 13 meha 2 ya îsal de koça dawiyê kir, mirina Scalia nek bûşahî di karê komîta Dadgeha bilind de peyda kir, ya ku ji 9 endaman pêk tê, belku, duberî kete di navbera Serokî ku ji Demokratan e û Kongirêsa ku serokê wê Komaroye.

XS
SM
MD
LG