Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama Radigihîne ku Amerîka 250 Hêzên Taybet Dişîne Sûrîyê


Serokê Amerîka Barack Obama Îro Duşemê li Almanya got, ewê şandina 250 hêzên taybet yên Amerîkî ji Sûrîyê re erê bike ku piştgirî li destketinên dijî DAIŞ'ê bikin.

Obama got ku hêzên wê Amerîkî li erdê pêşengîya şerê dijî DAIŞê nekin, lê ewê di parastina destketinên mehên dawî de roleke serekî bilîzin.

Serok bang li hevalbendên Ewrupî kir ku di şerê dijî wê rêxistina tundrê de ew jî barê heyî rakin ser mile xwe.

Wî dîyar kir ku Amerîka bi swerê xwe nikare vî şerî qezenc bike, lê bendewarîya wê ev we ku hevalbenden Ewrupî jî jî bona ewlekarîya hevbeş barê heyî rakin ser mîlên xwe.

XS
SM
MD
LG